25 May 2026 - 10:04
Source: kmr.abna24.com
«Malezya piştgirî da şikayeta li dijî Rejîma Siyonîsta Îsraîlê li Dadgeha Navneteweyî ya Laheyê»

“Hikûmeta Malezyayê amade ye ku li Dadgeha Navneteweyî ya Dadweriyê (ICJ) li dijî rejîma Îsraîlê gilî bike; bi hinceta revandina mirovan û êşkencekirina çalakvanên karwanê alîkariyên mirovî yê bi navê «Samûd».”

Li gorî nûçeya ajansa Ehlulbeyt (S.X) ABNA– «Datûk Serî Emîruddîn Şarî», Serokwezîrê eyaleta Selangora Malezyayê, ragihand ku di cih de piştî temamkirina komkirina agahî û belgeyên pêwîst, ew ê li dijî rejîma Siyonîst bi tohmeta revandina mirovan û êşkencekirina endamên karwanê mirovî yê «Samûd» -yê ku dixwest dorpêça Xezzeyê bişkîne- gilî li Dadgeha Navneteweyî ya Dadweriyê (ICJ) bikin.

Li gorî rojnameya Malay Mail, Emîruddîn Şarî di merasîma pêşwazîkirina karwanê «Samûd 2» de li Balafirgeha Navneteweyî ya Kûalalaumpûrê got: «Em ê bêdeng nemînin û em ê nesekinin. Di heman demê de ku tîmê me yê hiqûqî hemû belgeyên binpêkirina yasayên navneteweyî kom dike, divê were zanîn ku endamên vî karwanî zêdetirî carekê hatine revandin û êşkencekirin.»

Wî tekez kir: «Em ê vê dosyeyê bibin Dadgeha Navneteweyî û em ê zextên dîplomatîk bidomînin.»

Emîruddîn Şarî diyar kir ku ev gavên hiqûqî di encama kiryarên tundûtûjî yên wekî revandin û êşkencekirina çalakvanan, bi taybetî li dijî beşdarên malezyayî, hatine avêtin. Her wiha amaje pê kir ku tevî ku mîsyona «Samûd 2» bi dawî bûye, pabendbûna Malzyayê bi doza Filistînê re dewam dike û mîsyona «Samûd 3» dê heta rakirina dorpêça Gazeyê têkoşînê bidomîne.

Di dawiyê de hat bibîranîn ku rejîma Siyonîst berê jî li Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî bi «genosîdê» li Gazeyê hatiye tawanbarkirin û ji bo Binyamîn Netanyahû û Yoav Galant bi tohmeta cînayetên li dijî mirovahiyê fermanên girtinê hatine derxistin.

Dawiya Peyam/

Your Comment

You are replying to: .
captcha